Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 2 birayên revandî li Selahedînê rizgar dikin

Du birayên ku ji hêla "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûn revandin, hatin rizgarkirin û sê tundrû di operasyoneke hevbeş de hatin kuştin li gundekî li başûrê bajarê Tekrîtê li Parêzgeha Selahedînê êvara Yekşemê (3ê Hezîranê), Polîsê Îraqî li Selahedînê ragihand.

"Hêzeke hevbeş operasyoneke lezgîn pêk anî li ser bingeha agahîne hewalgirî yên pêşwext li dora hebûna terorîstin li gundê Wadî Qara ku nû rizgar bûye, ew dora 70 kîlometrî li başûrî Tekrîtê ye," eqîd Muhemed Tekrîtî serokê polîsê Selahedînê ji Diyaruna re got.

Wî got ku di êrîşê de, sê tundrû hatin kuştin lê yên mayî revîyan.

"Herdu birayên ku ji hêla rêxistinê hatibûn revandin berîya demekê, bo bidestxistina fidyê hatin rizgarkirin, û çek û bombeyên ku bi wan re hatin girtin desteser bûn," wî anî ziman.

Operasyoneke din hate pêkanîn bo armanckirina endamên DAIŞê yên mayî yên ku ber bi devera çîyayî ya nêzîk revîyane.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500