Nûçeyên Iraqê

Gulanê hejmara herî kêm a birîndaran di şerê Sûrîyayê de tomar dike

Hejmara sivîlên di meha gulanê de hatine kuştin kêmtir e ji hemû mehên din di şerê Sûrîyayê yê heft-salî de , bi kuştina kêmtir ji 250 sivîlan li seranserê welat hatin kuştin, AFP îro (1ê Hezîranê) ragihand.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, 244 sivîl meha bûrî hatin kuştin, ji wan 58 zarok in û 33 jin in.

Ew "hejmara herî kêm e ji mirîyên sivîl re ji destpêka şoreşa Sûrî ve" di sala 2011an de, Rewangehê got.

Enîyên şer heta radeyekê di meha Gulanê de aram bûn, û rejîmê giranî dida derxistina "Dewleta Îslamî" ji deverekê li başûrê Şamê.

Lê bombebarankirina rejêmê hîn ew sedema rêjeya herî mezin ji qurbanîyan e, Rewangehê got, bombebarankirin û êrîşên asmanî yên rejîmê 77 sivîl di meha Gulanê de kuştin û 19 di êrîşên asmanî yên ku hevalbenda rejîmê Rûsyayê cîbicî kirin hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500