Nûçeyên Iraqê

NY haydarîyê dide ji kêmahîya budceya penaberên Sûrî

NY bangeke "lezgîn û rexnegir" îroj Pêncşemê (31ê Gulanê) kir bo pêşkêşkirina bexşînan ji budceya wê ya sereke ya bo penaberên Sûrî re, ew budce aniha çar pêncekan ji pêdivîya total a salê kêmtir e, AFP ragihand.

"Bîrkarî eşkere ye, me $5.6 milyon ji 2018an re xwestine, Emîn Ewad, birêveberê ajansa NY bo karûbarên penaberan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqyayê, got. "Em di meha Gulanê de ne û bi tenê dora 20% di destê me de heye."

Bernameyên NY û dezgehên hikumî yên ku piştgirîya penaberan dikin "pere bi wan re kêm dibin", berpirsyarê Komîsyonera Bilind a NY bo Karûbarên Penaberan got.

Wî got ku bexşkeran di konferansa Nîsanê de ya Brokslê de soz bi pêşkêşkirina $4.4 bilyonî bo alîkarîya sivîlên ku ji şer ziyandar bûne da, lê gelek ji wan pereyan hîn negihaştine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500