Nûçeyên Iraqê

HRW: Zagona erdên Sûrîyayê digihêje asta deranîna bi darêzorê

Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirov (HRW) roja Sêşemê (29ê Gulanê) agadar kir kuzagona samanan a nû li Sûrîyayêpîvanên navdewletî razî nake û digihe asta "deranîna bi darêzorê" ji kesên lawaz re ku nikarin xudanîya erdê biselmênin, AFP ragihand.

Madeya 10 rê dide hikumeta Sûrî ku dest deyne ser samanên tayebet bo pêşxistina deveran, qrebûkirina xwedîyan bi peran. Lê xwedî dikarin doza peran bikin tenê gava xudanîya xwe di 30 rojî de piştî ragihandina deverê biselmênin.

HRW got ku zagon pîvanan binpê dike yên ku parastina xwedîyan dike ji deranîna bi darêzorê ya ku Peymana navdewletî ya Aaborî, Civakî û Çandî li ser tekez kiriye.

Zagon bandorê li "mafên xudanîyê dike bêyî ku prosesê yan qerebûkirinê di ber çavan re derbas bike, ku digihe asta deranîna bi darêzorê û destdanîna li ser samanan ji wan xwedîyên ku mafên xwedanîya wan ne venasînkirî ne", êxistina HRW got.

Peymana navdewletî dibêje ku heri zagoneke aborî misoger dike ku danûstandina rast bi kesên hatine ziyankirin re çêbibe û wan bi awayekî guncan agadar bikin berî dema deranînê û rêyên çareserkirinê yên zagonî yên baş didin ber wan.

HRW got ku madeya 10an "bi van pêwîstîyan re li hev nayê".

"Dewlet û bexşkerên ku piştgirîya nûavakirinê li Sûrîyayê dikin berpirsyarîya astengîyên ku ev zagon ferz dike berçavan derbas dikin ku bi milyonan penaberên Sûrî vegerin, cîgira birêveberê beşê Rojhilata Navîn a HRW Lema Feqe got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500