Nûçeyên Iraqê

Yekîtîya Ewrupayî cezayên Sûrîyayê salekê dirêj dike

Yekîtîya Ewrupayî (YE) roja Duşemê (28ê Gulanê) cezayên li dijî rejîma Sûrî saleke din jî dirêj kirin ji ber "tundîya berdewam a li ser niştecihê sivîl tê kirin", AFP ragihand.

Civîna 28 wezîrên derve yên YE li Biroksêlê erê kir ku cezayan li ser rejîmê heta 1ê Hezîrana 2019an deyne, herwiha lîsteya kesayetên ku ji geştê qedexekirî ne û samanên wan cemidandîne nû kirin.

Komek ji 259 kesî û 67 rêxistin di jêr cezayên YE de ne.

"Ji ber tundîya berdewam a li ser niştecihên sivîl, YE biryar da ku rêkarên xwe yên bertengker li dijî rejîmê û alîgirên wê bihêle, li gorî stratîgîya YE ya derbarê Sûrîyayê de", encumena Ewrupî di daxuyanîyekê de got.

Cezayên YE yên derbarê Sûrîyayê de aniha qedexekirina patrol, bertengkirina hinek weberanînan, cemidandina samanan di bankên Sûrîyayî yên navendî de yên li YE ne û bertengkirinên ku li ser hinardekirina amûrên ku eger heye di tundîyê de werin bikaranîn dihundirînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500