Bijîşkên Bê Sînor (MSF) roja Çarşemê (23ê Gulanê) bang li rejîma Sûrîyayê kir ku rêgirtina heft-salî li ser komelên xêrxwaz were rakirin, û daxwaz kir ku gihiştin bi birîndaran li xaka li jêr kontrola rejîmê bê misogerkirin, AFP ragihand.
Ji 2011an ve, MSF çend caran ragihandiye ku destûr jê re nayê dayîn ku li zonên li jêr kontrola rejîmê kar bike, lê belê wê xebatên xwe li xaka li jêr destê opozîsyonê dikirin.
Roj Çarşemê, wê yekemîn banga giştî bo rejîmê kir bo bigihêje kesên hewcedar, bêyî reçavkirina cihê wan.
"Karên me li ser bingeha pêdivîyên nexweşan in, ne siyasetên derbarê şer," rêvebira giştî ya MSF Meinie Nîkolay got.
"Em dikarin di nava çend rojan de dest bi kar bikin, eger destûr ji me re were dayîn, û em dikarin roleke pir sûdmend bilîzin milbimilê dezgehên tenduristî yên navdewletî û Sûrî," wê got.