Hêzên Îraqî îro Pêncşemê (24ê Gulanê) hewldanek ji alîyê şeş çekdaran ve ku bi dizî ji Sûrîyayê ve derbas bibin têk birin, Fermandarîya Zîrevanên Sînor got.
"Şeş çekdar, ên ku (RPG) û tifingên sivik bi kar anîn, destên wan di gelek tawanan de hebû û yek ji wan hat kuştin û yê din birîndar bû," berdevkê fermandarîyê eqîd Hemza Cewad Amilî got.
Wî got ku zor li çekdaran hat ku di gundê Baguz ê Îraqî re vegerin Sûrîyayê, gundê ku ji alîyê îdarî ve beşek ji Qaimê ye li parêzgeha Enbarê.
Hêzên ewlekarîyê dest danîn ser "gelek çek û otombîleke çar- palder ya çekdaran, yên gelekî gengaz e ku endamên "Dewleta Îslamî" ne, Amilî got.