Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 10 çekdarên DAIŞê kuştin di tunêlekê de li Mûsilê

Hêzên Îraqî 10 endamên şaneyeke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin piştî ew veşartî dîtin di tunêleke li jêr zemînê li Mûsilê, Fermandarê Operasyonên Nînewayê Necim Edên Kerîm Cibûrî îro Sêşemê (22ê Gulanê) ragihand.

"Hêzên artêşê hejmareke mezin a tunêlan dîtin, ew li ser malekê divebûn li taxa Husênîyayê li orta Mûsilê," wî got.

"Hêz derbasî tunêlê bû, tûnêla ku zêdetirî du kîlometran dirêj dibe li jêr xanîyên Mûsilê, ew dîtin û bi wan re ketin pevçûnan de bi bombên dest û çekên sivik," wî got.

Wî got ku hêzên Îraqî 10 endamên şaneyê kuştin, û dest danîn ser tiştên di dest wan de, di nav de êlekên teqîner, teqemenî û alavên pêwendîkirinê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500