Nûçeyên Iraqê

Ferensa mal û milkên kargehan ji ber çekên kîmawî yên Sûrî cemidandin

Ferensa îro Înê (18ê Gulanê) mal û milkên kargehên li Sûrîya, Libnan û Çînê yên têkilîya wan bi programê çekên kîmawî yên angaştî re li Sûrîyayê heye cemidanidin, AFP ragihand.

Di nav van kargehan de, Girûpa Sigmatec û Mahrous li Şamê, Technolab li Libnanê û kampanîya bazirganîyê li Guangzhou û Çînê, li gorî lîsteyeke rojnameya fermî ya hikûmetê.

Herwiha mal û milkên du kesan ji Sûrîyayê û kesekî ji Libnanê jî dê werin cemidandin.

Wezîrê darayîyê Bruno Le Maire û Wzîrê Derve Jean Le Darin got tekekes û kargehan bi Navenda Lêkolîn û Vekolînên Zanistî yên Sûrî re kar dikirin.

Wezîran got ku "CERS taqîgeha Sûrî ya sereke ye ya berpirsyara pêxistin û çêkirina çekên kîmawî yên neasayî û avêjerên balistî ye".

Dora 30 welatan îro Înê li Parîsê dicivin daku mîkanîzmekê deynin bo destnîşankirina kesên berpirsyar ji bikaranîna hêmanên damarî di êrîşê de cezakirina wan.

Wezîran got, "piştî ku ev nêzîkî 20 salan winada bûbû, vegera çekên kîmawî di nav destên hikûmet û arasteyên nehikûmî li Îraq û Sûrîya, Asya yan Ewrpayê lêkdaneke cidî ji alîyê civaka navdewletî ve tê xwestin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500