Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî êrîşa DAIŞê li ser sînorê Sûrîyayê têk dibin

Hêzên Îraqî êrîşeke mezin a ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li ser serbazgehên artêşa Îraqî li sînorê Sûrîyayê pêk anîbû têk birin, ku herî kêm 11 endamên DAIŞê tê de hatin kuştin, Fermandarîya Operasyonên Enbarê roja Pêncşemê 17ê Gulanê ragihand.

"Hêzên Îraqî êrîş bi temamî rawestandin ku ji 20 heta 25 endamên DAIŞê pê ve rabibûn ku serbazgehên artêşa Îraqî li ser sînorên Îraqî-Sûrî armanc dikirin", lîwa Mehmûd Felahî ji Diyaruna re got.

Bi kêmanî 11 endamên DAIŞê hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn, wî got, anî ser ziman jî ku tu kuştî di nava hêzên Îraqî de tune ne.

Wî got ku hêzên Îraqî herwiha du otombîlên çar-palder hilweşandin û çekên êrîşkeran desteser kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500