Nûçeyên Iraqê

Denîmark hêzên xwe yên taybet ji Îraqê vedikşîne

Denîmark Pêncşemê (17ê Gulanê) ragihand ku ew dê hêzên xwe yên taybet ji Îraqê vekişîne, ew beşeke ji hevpeymanîya navdewletî ya ku şerê "Dewleta Îslamî" DAIŞ dike ye, piştî têkçûna DAIŞê, AFP ragihand.

"Em aniha gihaştin xala ku em dikarin dest bi vekişandina hêzên xwe yên taybet bikin çimkî nema deverine berfireh di bin destên DAIŞê de hene li Îraqê", wezîrê derve yê Denmarkê Andres Samuelsen di daxuyanîyekê de got.

Dora 60 hêzên taybet bo Îraqê hatin şandin di 2016an de bo perwerdekirina leşkerên Îraqî piştî dengdana parlemana Denmarkî, herwiha ew tevlî operasyonên li ser sînorên Îraqî-Sûrî jî bûn, û agahîyên hawilgirî û piştgirîya asmanî ya taybet pêşkêş kirin.

"Hevparên wan ên Îraqî aniha amade ne bo li ser herdu lingan rawestin", wezîrê berevanîya Denîmarkê Klaus Hjort Frederiksen di daxuyanîyekê de got.

"DAIŞ hat neçarkirin ku ji hemû deverên ku rêxistina terorî dagir kiribûn li Îraqê der bikeve", wî anî ser ziman.

Dora 180 leşkerên Denmarkî li bargeha Eyn Esedê li nêzî Bexdayê bi cih dibin, ku leşkerên Îraqî û asayîşa Herêma Kurdistanê perwerde dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500