Hêzên Îraqî şaneke heft-endam a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Nînewayê têk birin, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê îro Çarşemê (16ê Gulanê) ragihand.
"Hêzên hevbeş du operasyonên cuda pêk anîn li Mûsil û Teleferê û şaneke terorî têk birin, ku endamekî pilebilind ê DAIŞê jî hat girtin," Fermandarê Operasyonên Nînewayê Necimedîn Kerîm Cibûrî ji Diyaruna re got.
Wî got ku endamê payebilind ê DAIŞê di kuştin û êrîşên li ser sivîlan û talankirina sazîyên dewletê di dema dagirkarîya rêxistinê de cih girtibû.
"Bi saya hevawazîya xelkê, hêzan karî şanê têk bibin, û endaman bigirin û dest deynin ser çekên wan," wî eşkere kir.