Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqê kesê çekê DAIŞê îmbar dikir li Diyalayê digrin

Hêzên Îraqî endamê "Dewleta Îslamî" yê berpirsê depoyên çekan ên rêxistinê li parêzgeha Diyalayê girtin, Wezareta Hundir a Îraqî Çarşemê (16ê Gulanê) ragihand.

Girtin hat pêkanîn di operasyoneke hevbeş a artêş û polîs de li navçeya Saediyayê li bakur û rojavayê Diyalayê li ser bingeha agahîyên hewalgirî, wezaretê di daxuyanîyekê de ragihand.

Beşê Hewalgirîyê û Dijî-Terorîzmê li parêzgeha Diyalayê "agahî li ser niyaza DAIŞê ya bangkirina endamên berpirs ji veşargehên çekan di nava bajaran de girtin", wezaretê got.

Wezaretê got ku ji wan endaman hat xwestin ku komgehên xwe yên çekan radestî şanên razayî bikin.

"Tîmeke kar a hevbeş yekser hat pêkanîn û bo Sediyayê hat şandin," wezaretê got, û li wir wê kesek bi navê "Ebû Meryem" girt, ew jî berpirsê depoyên çekan ên DAIŞê li Saediyayê bû.

Hêzên ewlekarîyê dest danîn ser 41 tifingên Kalaşnikov û tiginfên maşîn ên RPK ên ku di bermîlan de li jêr zemînê hatibûn veşartin, wezaretê ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500