Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî didin dû bermahîyên DAIŞê li Selahedînê

Hêzên Îraqî dest bi operasyoneke berfereh kirine daku çi çeperên "Dewleta DAIŞê" yên mayî li başûr û rojhilatê parêzgeha Selahedînê tine bikin, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş îro (15ê Gulanê) got.

Operasyon li deverên biyabanî têb cîbicîkirin di navbera çîyayên Maxulê û dorava Sînîyayê li başûrê rojhilatê Selahedînê, berdevkê fermandarîyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Yekîneyên operasyonên taybet, bi piştgirîya balefirên şer ên Îraqî, dest bi operasyonan kirin daku li kom û bermagîyên DAIŞê bigerin, bermahîyên dibe ku li biyabanê û deverên çîyayî ji parêzgehê bi cih bûne," wî got.

"Operasyona ku tunelên DAIŞê û veşargehên wê dikin armanc, depoyeke çakan ku di demjimêrên pêşîn de hat dîtin wêran kir," Resûl anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500