Nûçeyên Iraqê

Lêkolînek: bi tenê 14% ji êrşên asmanî yên Rûsyayê DAIŞ li Sûrîyayê kirine armanc

Êrîşên asmanî yên li dijî çekdarên opozîsyona Sûrîyayê 150% zêde bûne ji dema ku Rûsyayê destêwerdan di alozîya sûrîyayê de kiriye ji 2015an, di çarçoveya alîkarîkirina rejîma Sûrîyayê di vegerandina kontrola xwe li ser xaka welat, li gorî raportekê ku Sêşemê (15ê Gulanê) belav bûye.

Navenda Terorê û Partîzanî ya IHS ya Jane (JTIC) gihişte encama ku bi tenê 14% ji êrîşên asmanî yên Rûsî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kirine armanc, AFP ragihand.

Ew gihiştye encame ku rejîma Sûrî rûbera li jêr kontrola xwe ji 16% ji xaka welat di Îlona 2015an de bo 47% di Adara 2018an de zêde berfereh kiriye.

"Destêwerdana Rûsî hişt ku rejîma Sûrî demê û delîvê qezenc bike bo çirkirna hêzên xwe li deverên stratejî û hêzeke yekcar mezin bikar bîne bo vegerandina xaka li jêr kontrola opozîsyonê," serokê JTIC Matthew Henman got.

Di navbera Îlona 2015an û Adara 2018an, hejmara êrîşên asmanî yên Rûsî û Sûrî ji 2,735 bo 6,833 zêde bûn, raportê wiha got. Ji van êrîşên asmanî, 960 DAIŞ kir armanc -- wate dora 14% -- lê piranî li dijî komên din ên dijberîyê bûn.

Êrîşên asmanî "bi taybetî li deverên ku DAIŞ li wan xwedan hebûneke kêm an hebûna wê tune bû pêk dihatin", lêkolînê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500