Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî sê kes bi tawana terorê li Bexdayê girtin

Hêzên Îraqî sê endamên "Dewleta Îslamî" girtin li Bexdayê di operasyonên cuda de yên ku şeva Yekşemê (13ê Gulanê) û sibeha Duşemê hatin cîbicîkirin, Wezareta Karên Hundir got.

"Hêzên polîs, artêş û ajansa dijî terorîzmê du operasyon di 24 demjimêrên borî de li rojava û navenda Bexdayê cîbicî kirin," berdevkê wezaretê emîd Saed Maen ji Diyaruna re got.

Wî got ku wan sê mêrên ji ber tawanên girêdayî terorîzmê dihatin xwestin girtin, ji ber ew tevlî DAIŞê bûn û destên wan di kuştina sivîl û karmendên ewlekarî de de hebû.

"Wan dest danî ser gelek çek, teqemenî û cebirxaneyên ligel wan," wî anî ser ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500