Nûçeyên Iraqê

Serokê UN doza bidawîkirina "kiryarên dijminkarî" dike piştî alozîya Îsraîlî-Îranî

Sekreterê UN- Antonyo Guteres Pêncşemê (10ê Gulanê) banga "di cih de rawestandina hemû kiryarên dijminkarî" kir li Rojhilata Navîn, piştî gurbûna pevçûneke leşkerî di navbera Îsraîl û hêzên Îranî de li Sûrîyayê, AFP ragihand.

Guteres herwiha encumena ewlekarîya ya NY vexwend ku ji mijarê bi giştî re haydar bimînin û "berpirsyarîyên xwe pêk bînin" li gorî Peymannameya NYê.

"Sekreterê Nyê bang bo di cih de rawestandina hemû kiryarên dijminkarî yan jî çi xebatên rêbirûbûnê dike bo dûrketina ji gurkirina agirekî nû li herêmê, ya ku berê ji ber pevçûnên dijwar û êşkişandina sivîlan dinale", berdevkê Guteres got.

Îsraîl bi dehan êrîşên asmanî li ser armancên Îranî li Sûrîyayê kirin roja Pêncşemê weke tolhildanekê ji tiştê ku ew dibêje êrîşeke bi moşekên Îranî bû li ser çeperên wê yên li bilindahîyên Colanê dagikirî.

Tu kes ji her 15 endamên encumena ewlekarîye ne amade bû ku civîneke ewarte bo rewşê bigerîne -- tiştê ku rê vekir ku bang li kontrolkirina derûnê ji civaka navdewletî bikin.

Gava hate pirsîn ku gelo ew dê civîneke ewarte bigerînin, balîyozin ji Polenda, Rûsîya, Fransa û Brîtanyayê bersiv dan: "Ne di vê demê de."

Danî Danon, balyozê Îsraîlî bo NY, peyamin bo encumena ewlekarî û sekreterê NYê şandin ku doza şermezarkirna "kiryarên Îranî yên dijminkarî" dikin. Herwiha wî ji encumena ewlekarîyê xwest ku "ji Îranê daxwaz bike ku ew hebûna xwe ya leşkerî li Sûrîyayê bi dawî bike."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500