Nûçeyên Iraqê

Deh endamên DAIŞê li Mûsilê hatin girtin

Hêzên Îraqî deh endamên "Dewleta Îslamî" girtin, di nav wan de kesekî di el-hisbaya rêxistinê de (polîsê şerîetê) li Mûsilê berpirsyar e, Wezareta Karê Hundir îro Pêncşemê (10ê Gulanê) ragihand.

"Fermandarîya polîsê Nînewayê pêngavekê dike bo girtina hemû endamên DAIŞê yên xeternak ên tên xwestin li rojhilat û rojavayê Mûsilê," berdevkê wezaretê, emîd Saed Maen di daxuyanîyekê de got.

"Kampanyayê deh tawanbarên DAIŞê girtine,di nav wan de yekî ku serkêşîya ya jê re tê gotin ofîsa hisbayê dike," wî got, wî not kir ku hin endamên din operasyonên sêdaredanê li dijî endamên hêzên ewlekarî cîbicî kirine, û hin kesên din bi gunehê çêkirina bombeyên bidestşêkirî û siwareyên bombekirî tawan kirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500