Nûçeyên Iraqê

Îraq endamekî Belcîkî yê DAIŞê dad dike

Dadgeheke Îraqî Pêncşemê (10ê Gulanê) dest bi dadkirina Belcîkîyekî ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike ku di vîdyone propogandî de gef li Rajava xwarbû ku ew dê êrîşinan li dijî pêk bîne, AFP ragihand.

Tariq Cedwûn -- yê bi navê Ebû Hemza Belcîkî navdar e -- angaşt kir ku ew bi tawanan "ne sûcdar e" ligel pêkanîna êrîşan li dijî hêzên Îraqî, ev sûc jî dikarin bibin sedema cezaya mirinê.

Cedwûn di 1988an de hatîye diyayê -- di Tebaxê de li Mûsilê hatiye girtin -- serkurkirî û bi cilên zindanîyan derket li pêşberî Dadgeha Bexdayê.

"Ez ne şervan bûm, ez berpirsyarekî koma perestarên DAIŞê bûm, ez li herkesî miqate bûm, wî ji dadgehê re got, ez windayî me û ez dilovanîya we dixwazim."

Cedwûn, ê ku bi resen Mexribî ye, got ku ew ji hêla "yek ji mezintirîn fermandarên DAIŞê" hatiye neçarkirin ku di vîdyoyan de derbikeve û gefên pêkanîna êrîşan li dijî Belcîka û Fransayê bike.

Dadwer rûnştina duyemîn a gudarkirinê bo 22yê Gulanê gîro kir tevî ku jêdereke dadmendî heye nahêle ku gîrokirin pêkan be ji ber nebûna nûnerekî dîplomatîk ji kesê tawanbar re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500