Nûçeyên Iraqê

Berpirsyarekî Îraqî: Serokê DAIŞê tev komeke biçûk diçe rojhilatê Sûrîyayê

Serokê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî li rojhilatê Sûrîyayê xwe vedişêre û tenê ligel komeke biçûk ji şopdaran digere, kurekî wî yek ji wan e, berpirsyarekî hewalgirî Çarşemê (9ê Gulanê) got.

DAIŞ erdan li deştên biyabanî bi dirêjahîya sînorên Îraqî digre tevlî windabûna parçeyekî berfireh ji "Xîlafetê" li ser sînor bo êrîşine leşkerî yên cihêreng.

Berpirsyarê Îraqî got ku Bexdadî li deverên Hacîn, Şedadê, Siwar û Merqedayê bû û "ligel çar-pênc kesan digeriya di nav wan de kur wî û hevjîna wî jî, AFP ragihand.

"Tevgerên wî raz in û ew qet bi kerwanan re nagere", Berpirsyar got bi mercê nasnameya wî neyê eşkerekirin.

Bexdadî bi koka xwe ji Îraqê ye, û navê " zilamê herî xwestî di cîhanê de" lê hatiye kirin, ku Amêrîkayê $25 milyon ji bo girtina wî weke xelat datîne.

Berpirsyarê hewalgirî got ku ben li dor serokê terorê girêdayî bû piştî ku hêzên Îraqî pênc ji mezintirîn fermandarên DAIŞê zeft kirin di êreşeke ne rabirde de li Sûrîyayê roja 24ê Adarê.

"Berpirsyarine ji hewalgirîya Îraqî derbasî erdên Sûrîyayê bûn û dikarîbûn bigihêjin deverên li jêr destên DAIŞê ," wî got.

Her pênc zilam beşdarî sazkirina vîdyoyên bidarvekirinê yên DAIŞê bûbûn ku di dema rêxistinê deverine berfireh ji Îraqê desteser dikir wênekiribûn.

Yek ji wan girtîyan, şerkerê Sûrî yê berê yê li dijî hikumta Sûrî Sedam Cemal, li xwe mukur hat ji hêzên Îraqê re ku wî çek ji artêşa Sûrî bo DAIŞê didizî.

Berpirsyar got ku 39 çekdarên DAIŞê di êrîşine esmanî de hatin kuştin li ser sînor ji alîyê hêzên Îraqî ve li Sûrîyayê di heftîyên bihurî de ku rêxistinê "kêmbûneke dijwar" di hejmara xwe de dît.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500