Nûçeyên Iraqê

Şam tê bombebarankirin, otombîleke bombekirî 2 kesan dikuje

Otombîleke bombrêjkirî û topbarankirina li Şama paytext li Sûrîyayê du kes kuştin û gelek kes birîndar bûn roja Çarşemê (9ê Gulanê), AFP ragihand.

Televîzîyona Hikûmetê ragihand ku "du kes hatin kuştin û 14 birînad bûn" gava ku bombeyek bi ser bircê Şamê de ket li Meydana Mercê ya navendî û otmbîleke bombekirî li meydana Meysatê li bakur- rojhilatê bajêr teqîya.

Teqîn çêbû di demekê de ku hêzên rejîmê hewl didin ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji deverên başûrî yên bajêr derxînin, di nav de kampa penaberên Felestînî ya Yermûkê û Hecer Eswed.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku çekdarên DAIŞê paytext di heftîyên dawî de armanc kiribûn.

"DAIŞ li başûrî Şamê moşekan diavêje paytextê" ji 19ê Nîsanê ve, çaxê ku hêzên bi ser rejîmê ve şer li dijî rêxistinê giran kiribûn, serokê Rewangehê Ramî Ebdulrehman got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500