Nûçeyên Iraqê

Helîkoptereke Rûsî li Sûrîyayê hat xwar, du balefirvan hatin kuştin

Helîkoptereke Rûsî li Sûrîyayê derengî roja Duşemê (7ê Gulanê) hat xwar û du balefirvan hatin kuştin, wezareta berevanîyê ya Rûsyayê di daxuyanîyekê de, ku ji alîyê ajansên nûçeyan ve hat weşandin, got.

"Helîkoptera Ka-52 ya Rûsî hat xwar dema ew bi awayekî rotînî li ser deverên rojhilatê Komara Sûrî difiriya. Herdu balefirvan hatin kuştin," daxuyanîyê got.

Daxuyanîyê anî ziman ku dibe bûyer "ji ber bedbikaranîneke teknîkî be" û got ku tîmekî rizgarkirinê laşên wan dîtin, AFP ragihand.

Ev bûyera duyem a kujêner e ji artêşa Rûsî re li Sûrîyayê di kêmî hefteyekê de. Di 3ê Gulanê de, balefireke şer ya Rûsî hat xwar piştî ji baregeheke asmanî rabû, herdu balefirvan jî hatin kuştin.

Bûyera roja Duşemê xisarên serbazî yên fermî yên Rûsyayê li Sûrîyayê digihîne 88an.

Herwiha tê ragihandin ku welatîyên Rûsî jî bi awayekî asayî weke çeteyên bi pereyan li Sûrîyayê xizmetê dikin, û hin caran tên kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500