Nûçeyên Iraqê

Siwareyeke bombekirî du kesan ji navenda alîkarîyên derveyî li Idiliba Sûrîyayê dikuje

Siwareyeke bombekirî li derveyî navenda alîkarîyan li bakurî- rajavayê Sûrîyayê Pêncşemê (3ê Nîsanê) hat teqandin ku di encamê de bi kêmanî du kes hatin kuştin yek ji wan karmendê komîteya Hawarî ya navdewletî bû (IRC), AFP ragihand.

Teqîn li nêzî navenda IPCyê çêbû ya ku destên alîkarîyê ji bêwarên Sûrî re dirêj dikirin li devera Danayê li Parêzgeha Idlibê bakur û rojavayê bajêr, rêxistinê ragihand.

Pasvanê IRC ê bi navê Ebdulqadir Seîd Caferî di nav wan her du kuştîyan de bû. Yê temnê wî 38 sal bû û zewicî bû û bavê 4 zarokan bû ku wî ji bakurê Helebê koç kiribû.

"Ev qeza dijwar anînbîreke xurt e ji metirsîyên mezin re yên ku karmendên navendê û karkerên dîtir ên ku alîkarîya miletên Sûrîyayê dikin", birêvebirê navenda IRC a Rojhilata Navîn Mark Schnellbaecher got.

'Karkerên alîkarîyê ne armanc in, û divê ew qet ne wiha bin jî', wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500