Nûçeyên Iraqê

Opozîsyona Sûrî çekan radest dike di rêkeftineke nû de bi rejîmê re

Çekdarên opozîsyonê Înê (4ê Gulanê) çekên xwe yên giran radest kirin piştî rêkeftineke nû bi rejîmê re li beşinan ji parêzgehên Homs û Hemayê, AFP ragihand.

Di destpêka vê heftîyê de, çekdarên opozîsyonê rêkeftineke şerrawestandinê bi rejîmê û hevalbendên wê re qebûl kiirn têkildarî beşinan ji Homs û Hemayê, di nav de Telbîsa, Restin û Holayê jî.

"Şerker çekên xwe yên giran û weset radestî hêzên Rûsî û rejîmê dikin bo roja duyem", Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Vê yekê topavêj û tifingên maşîn jî dihundirandin, birêveberê rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Hema radestkirina bi dawî bibe, şerkerên opozîsyonê, yên bixwazin, dê bi sivîlan re bikarin derkevin, Ebdul Rehman got.

Ew dê berê xwe bidin Cerablus li Helebê û herwiha parêzgeha Idilibê.

Tifaq tekezîyê dike li ser vegerandina sazîyên hikumetê li her sê bajaran û jinûvekirina şahrêyeke sereke ku ji Şamê di Homsê re digihe Helebê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500