Nûçeyên Iraqê

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî dê laşên qurbanîyên erîşa Dûmayê derxe

Mufetişên çekên kîmawî yên cîhanî hazirîyê dikin ku laşên hinek gorîyan yên bajarokê Dûmayê li Sûrîyê derxin di demekê de ku ew kar dikin bo lêkolînkirin di êrîşa kîmawî ya tê angaştin de, AFP roja Pêncşemê (3ê Gulanê) got.

Serokê Rêxistina Qedekirina Çekên Kîmawî (OPCW) Ehmet Uzumcu ji Financial Times ragihand ku şanda şopandina rastîyan a rêxistinê heta aniha zêdetirî 100 "samplên jîngehî" kom kirine ji dema ew gihiştine cihê ku dikeve bakur rojhilatê Şamê roja 21ê Nîsanê.

Şandeya OPCW bo Dûmayê hat damezrandin piştîêrîşeke ku 7ê Nîsanê pêkhat êrîşa ku cîhan hejand û bû sedema êrîşên asmanî li dijî damezrangehên serbazî yên Sûrî bên encam dan.

Lê Mufetiş, hewl didin ku delîlên bêhtir kom bikin li dor angaştên bikarhatina klor û sarînê di êrîşa kujêner de, û aniha "li rêyên derxistina hinek samplên bayonûjdarî û birina wan digerin ", Uzumcu got.

"Ew proseseke hestyar e," wî got. "Lewra em bi werya ne. Tevî ku pisporên me karîn hinek prosesên awtopsîyê hazir bibin, ev cara pêşîn e ku em laşan derdixin."

OPCW ji AFP re piştrast kir ku mufetiş dixwazin ku prosesên awtoposîyê li ser laşên pêk bînin, wê da zanîn jî ku şandeya şopapandina rastîyan "berdewam e di lêgerîna li rê û rêbazan bo komkirina delîlan".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500