Nûçeyên Iraqê

Amerîka 3,800 parçeyên şûnwarî yên qaçaxkirî bo Îraqê vegerandin

Beripsyarên Amerîkî roja Çarşemê (2yê Gulanê) 3,800 parçeyên şûnwarî yên kevin ên ku hatibûn qaçaxkirin bo Îraqê vegerandin û ew li ser cihên hunerî û karên dest li seranserê welat belav kirin, AFP got.

Aytim ji qursikê mismarî, muhrên slinderî û bîşonên herî pêk tên. Gelek ji wan qursikan ji bajarê kevnar yê Arîsagrig û divegerin dîroka 2100-1600 pêş zayînê, berpirsyaran got.

Pakêtên textên mismarî ji aliyê karmendên gumrikê hatin rawestandin û hat îdîakirin ku ew sampline bilatan e bo bazargeha Hobî Lobî.

Kompanîyê par qebûl kir bi hezaran parçeyên şûnwarî yên kevnar ên Îraqî vegerî û $3 milyon dan bo lihevhatina li dor dozeke medenî ku hikûmeta Amerîkî vekiribû, û got ku kirîna wê ji van aytimên bi awayekî ne yasayî hatin anîn divegere nezanîya wê.

Dozgir Amerîkî Atornî Rîçard Donogo Çarşemê got ku berpirsên Amerîkayê "serfiraz in ku rol dîtine di hilandina van parçeyan ji dîroka Îraqî ji dîroka Îraqê ji bazara reş a şûnwaran ku bi awayekî ne yasayî hatibûn bidestxistin û vegerandina wan bo gelê Îraqê".

Ev parçe "ji me re pir girîng in û divê vegerin mal", balyozê Îraqê bo Amerîkayê, Ferîd Yesîn, got.

Çalakî, li Waşintonê hat lidarxisitn, yekemîn prosesa vegerandina milkên çandî yên Îraqî ye ji 2015an ve ji aliyê Amerîkayê ve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500