Nûçeyên Iraqê

Balafireke şer a Rûsî li Sûriyê hat xwarê

Balafireke şer a şerker a Rûsî hat xwarê piştî ku ew ji serbazgeheke asmanî firî li Sûriyê îro Pêncşemê (3îyê Gulanê), û her du pîlot hatin kuştin, AFP ragihand.

" Şerkera Rûsî Su-30SM di Deryaya Sipî de hat xwarê dema ku ew bilind dibû piştî ji serbazgeha asmanî ya Hmêmîmê firîya. Du pîlot, yên ku heta bi deqa dawî li ber xwedan bo parastina balafirê, mirin, li gorî raportên ji cihê buyerê," Wezareta Berevanîyê ya Rûsî di daxuyanîyekê de got.

Wezaretê got ku balafir rastî agir nehatiye, û dewam kir "li gorî agahiyên destpêkî, sedema ketinê ketina balindeyekî di dînemoyê de".

Bi vê buyerê hejmara wendahiyê serbazî yên Fermî yên Rûsyayê li Sûriyê dibe 86.

Ew wendakirina serbazî ya herî dawî ye pişî balafireke veguhestinê ket xwarê dema wê kara xwe dikir li serbazgeha Hmêmîn li Sûriyê were xwarê, û hingî 39 siwarî hatin kuştin.

Lêbelêtê gotin ku welatîyên Rûsî wekî çeteyan li beranber pereyan li Sûriyê dixebitin û tevlî mîsyonên xeternak dibin, ên ku bi piranî dibin sedema mirinê yan birîndarbûna bi giranî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500