Nûçeyên Iraqê

Medyaya Fermî: Bi sedan xwe amade dikin bo derketina ji deverên opozîsyonê li nêzî Şamê

Bi sedan ji çekdarên opozîsyonê û sivîl xwe amade dikirin Pêncşemê (3ê Gulanê) bo derketina ji sê deverên ku li başûrî paytexta Sûrîyayê ne, AFP ragihand, di çarçoveya vekişandina danûstandî de ji bo ewlekirina dawîn asêgehên opozîsyonê li Şamê.

Derketin tê piştî du rojan ji lihevkirinê ji bo derxistina çekdarên rêxistina Tehrîr el-Şam ji Kampa Yermûkê ya Penaberên Felestînî li Şamê.

Ajansa SANA ya bi ser rejîmê ve roja Pêncşemê ragihand ku basên vala derbasî bajarokên Babîlayê, Yelda û Bêt Sehmê dibin, bo bi çekdarên opozîsyonê û sivîlan bên dagirtin, û ew dê berê xwe bidin parçeyên ku li jêr destên opozîsyonê ne li bakurê Sûrîyayê.

Tê payîn ku dora 5,000 tundrû bi malbatên xwe re dê derkevin, çiku gihaştine lihevkirinekê di navbera hikûmta Sûrîyayê û opozîsyonê de ku Yekşema bihurî tê de li hev kirine, ajansê got.

Gihaştin lihevkirinekê piştî "danûstandinine di navbera kesayetine ji sê bajarokan ji alîyekî, û Rûsya û rejîm jî ji alîyekî din ve", Rewangeha Sûrî bo mafên Mirov anî ser ziman.

Ew çekdarên opozîsyonê yên ku dixwestin ber bi bakur ve biçin dikarin wiha bikin, û ew kesên ku dixwestin bimînin dê dest ji çekên xwe berdin û rewşa xwe bi dewleta sûrîyayê re asayî bikin.

Ji alîyekî din ve Tehrîr el-Şam derengîya roja Çarşemê got ku 141 ji çekdarên wê yên ku ji Yermûkê hatibûn çalkirin gihane bakurê Sûrîyayê.

Li beramberî wê, got ku 18 birîndar tev li xizimên xwe rê ji wan re hate vekirin daku ji gundên ku li jêr kontrola rejîmê ne derkevin ku herweha ji hêla çekdarên opozîsyonê ve dorpêçkirîne li bakurî-rojavayê Sûrîyayê.

Hîna jî tê payîn ku dora 5,000 kes ji her du gundên bi navê Fuwa û Kefereyayê ve derkevin, li gorî SANA.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500