Nûçeyên Iraqê

QSD dest bi şerê "dawî" dike li dijî DAIŞê li rojhilatê Sûrîyayê

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) îro Sêşemê (1ê Gulanê) îlan kir ku ew dest bi pêngava dawî dikin ji şerê wan bo derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji çeperên wê yên biyabanî li rojhilatê Sûrîyayê, AFP ragihand.

Bi piştgirîya hevpeymanîya navdewletî, hevbendîya Ereb û Kurdan tundrew ji beşin mezin ji welat derxistine.

Lê çekdarên DAIŞê li beşinan ji Sûrîyayê mane, di nav de parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatî, li nêzîkî sînorê bi Îraqê re.

Encumena serbazî ya Dêra Zorê ya QSD îro Sêşemê got ku ew dê bi hewldanên xwe fişarê bike daku DAIŞ ji deverên mayî derbixe.

"Hêzên me ligel hêzên hevpeymanîya navdewletî dest bi pêngava dawî kirine" kampanyaya li dijî DAIŞê, wê di daxuyanîyekê de got.

DAIŞê dest daniye ser bi dehan gundan li rojhilatê Sûrîyayê, ji kenarê rojhilatî ji Çemê Feratê yê ku di Dêra Zêrê re derbas dibe ber bi sînorê bi Îraqê ve û li başûrê parêzgeha Hesekê ya hevtixûb.

"Hêzên me dê van deveran rizgar bikin û ew dê sînorê Îraqî bi temamî misoger bikin," encumena serbazî li zevîyê neftê yê Tenakê li rojhilatê Feratê îlan kir.

Serokê Encumena Serbazî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewle ji AFP re got ku "odeyeke operesyonan ya hevbeş bi hêzên Îraqî re heye".

Hevpeymanî di nav de hêzên Fransî hejmara xwe zêde kirine û ew dê piştgirîya QSD di "pêngava dawî de" ji operasyona wan bikin, wî got.

Hêzên operasyonên taybet ên Fransî meha borî gihan Sûrîyayê daku piştgirîya xebat li dijî DAIŞê bikin, Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkî Jim Mattis heftîya borî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500