Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî êrîşê dibin ser dawîn molgehên DAIŞê li başûrê rojavayê Kerkûkê

Hêzên Îraqî yên hevbeş dest bi operasyonekê kirin bo têkbirina endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li başûrê-rojavayê Kerkûkê, Navenda Medyaya Ewlekarîyê îro Sêşemê (1ê Gulanê) ragihand.

Bi piştgirêdan bi agahiyên hewalgirî yên hûr li dor hebûna molgehên DAIŞê li gundên nêzî Hewîcayê, hêzên hevbeş ên Polîsê Federal û artêşê operasyoneke ewlehî ya nû li deverê dest pê kir, li gorî daxuyanîyeke navenda medyayî.

"Operasyon veşargehên DAIŞê li gundên Hewîcayê, Udêba û Şerîfî, dike armanc," daxuyanîyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500