Nûçeyên Iraqê

Rejîma Sûrîyayê û QSD di nav pevçûnine kêmpeyda de ne li Dêra Zorê

Pevçûnine kêmpeyda Yekşemê (29ê Nîsanê) di navbera rejîma Sûrîyayê û Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) de rû dan li parêzgeha Dêra Zorê, ku di encamê de 15 şerker hatin kuştin, AFP ragihand.

Neh çekdarên bi ser rejîmê ve û şeş ji endamên hevbendîya Erebî-Kurdî di pevçûnan de hatin kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirov got.

Medyaya fermî got ku rejîmê çar gund li parêzgehê destser kirine, li cihê ku QSD bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) re di şer de ye.

Di pişt re QSDê sê gund ji wan çar gundan vegerandin, Rewangehê wiha ragihand.

QSDê û hêzên rejîmê bi cuda êrîşinan li dijî DAIŞê pêk tînin li Dêra Zorê, lê herdu alî xwe dûrî hev dixin da bi hev mijûl nebin.

Berdevkê QSDê Mistefa Balî ragihand ku "berdêlkirina gulebaranê" di avebera herdu aliyan de heye.

"Artêşa rejîmê tev milîtanên xwe dest bi êrîşkirina hêzên me li derdora Dêra Zorê kiriye li dirêjahîya Çemê Feratê," hevbendîyê di daxuyanîyakê de ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500