Nûçeyên Iraqê

NY û YE dixwazin alîkariyan ji Sûrîyayê re zêde bikin

NY û YE roja Sêşemê (24ê Nîsanê) dest bi civandina alîkariyên nû ji bo Sûrîyayê kirin ku du rojan dom dike û jinûvejandina operasyona aştîyê ya ku li Cinêvê astengdar bûye û şer derbasî sala xwe ya heştan bûye, AFP ragihand.

Dewletên alîkar, rêxistinên alîkarîyê û ajansên NY li Brosêlê dicivin ji bo amadebûna heftemîn konfransa salane ya têkildarî pêşeroja Sûrîyayê.

Berpirsîyarên YE dixwazin ku ew $6 milyaran bi dest bixin ku wan di komcivîna par de soz da bû.

UNê hişyarî da ku pereyên wê ji bo karên li Sûrîyayê vê salê kêmî çareyekê ji dayînan in, di demekê de ku kêmtir ji $800 milyonan tê wergirtin û $3.5 milyar tê xwestin.

"Di sînorê samanên ku em payîn bikin ku belkî em dikarin îsal li gorî wê tev bigerin, em nikarin hemû gerekdarîyên lezgîn pêk bînin," Mark Lowcock birêveberê NY bo karûbarên mirovahîyê OCHA di destpêka konfransê de got.

"Bala me bi giştî aniha li ser misogerîya 5.6 milyon kesî ye ku em dinirxînin ku ew hewcedarî alîkarîyê ne li Sûrîyayê."

Lowcok got ku "pileya kêşeya mirovahîyê careke din bilind bûye di 2018an de," ku bêhtirî 700.000 kes koç bûne ji destpêka vê salê ve.

Bi hatina alîkarîyan re, diplomasîya YE ya bi navê Fedrica Mogherini dê guftûgayan bi nûnerê taybet ê ji bo Sûrîyayê bike, Staffan de Mistura, roja Sêşemê di çarçoveya hewldanên jinûvedestpêkirina gotûbêjên aştîyê.

"Rêya bi tenê bo em nêhêlin radeya şer û pevçûnan li Sûrîyayê bilindtir bibe ew e ku em zextê li hemû alîyan bikin tev rejîma Sûrî jî ku werine Cinêvê û guftûgoyên bisûd bigerînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500