Nûçeyên Iraqê

Berpirsiyarekî Îraqî: Navendên dengdanê dê bi temamî ji gefên DAŞê ewle bin

Wezareta Berevaniyê ya Îraqî (April 23rd) gefên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên êrîşbirina ser navendên dengdanê û dengderan di dema lidarketina hilbijartinên parlemanî di meha tê de bi "gefên vala" bi nav kirin.

"Ew bi tenê gefên vala ne ji aliyê binkeftiyekî ve," berdevkê wezaretê, emîd Yehya Resûl got.

Di nameyekê de ku di malperên medyaya civakî de hat weşandin, berdevkê DAIŞê Ebû Hesan Muhacir bang li Sûniyên Îraqî kir ku hilbijartinên 12ê Gulanê boykot bikin. Ev jî hilbijartina yekemîn e piştî ku Serokwezîr Heyder Ebadî serkeftin li ser rêxistina terorîst di Kanûna Yekem de ragihand.

"Navendên dengdanê û yên di wan de armancên şûrên me ne, lewra xwe ji wan dûr bixin û li nêzî wan çûnûhatinê nekin," wî got.

Resûl ji Diyaruna re ragihand ku hêzên Îraqî planan dadirêjin bo ewlekirina navendên dengdanê û dengderan.

Wî got ku hêzên artêşê, polîs, ewlekariya niştîmanî her wext operasyonên pêşgirtinî pêk tînin bo êrîşkirina li ser şanên DAIŞê yên mayî li seranserê Îraqê.

"Nêzîkatiya me ji dijminê terorîst ew e ku ew tu tiştî li ber çav nagire, lê belê em gelên Îraqê dilniya dikin ku hêzên me xebatên şikûmend didin pêş bo ewelekirina navendên dangdanê bi temamî," wî got.

Gefa dawîn a DAIŞê "hewleke bê sûd e bo mobelîzekirina endamên xwe ye, lê belê em hertimî bi cidî nêzî van gefan dibin", wî got.

"Hilbijartin dê serkeftî be, û xelkên Îraqê... dikarin yên ku ew bixwazin hilbijêrin bêyî tu tirsa ji gefên DAIŞê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500