Nûçeyên Iraqê

Çekdar û sivîlên Sûrîyayê yên hatin derkirin ber bi Efrînê ve diçin

Çekdar û sivîlên opozîsyona Sûrî ji devereke nêzîkî Şamê derketin roja Yekşemê (22ê Nîsanê) û ber bi bakur û rojavayê Sûrîyayê ve diçûn, AFP ragihand.

Bêwarbûn encama vekişandineke çekdarên opozîsyonê ya gotûbêjkirî bû ji Rojhilatê Qelemonê, 60 kîlomitran li bakur û rohilatê Sûrîyayê.

Li gorî tifaqê, çend hezar ji çekdarên opozîsyonê û xizmên wan dê korîdoreke ewle ji wan re were sazkirin ji Rojhilatê Qelemonê ber bi deverên li jêr kontrola opozîsyonê li bakurê welat. Hin ji wan wêdetir ber bi devera Efrînê ve hatin guhestin.

"Tê zanîn 1,148 kes di vê karwanê de ji Rojhilatê Qelemonê ber bi kampa Cendêrisê ve" li herêma Efrînê diçin, Ebû Mehmûd, çekdarekî opozîsyonê yê berpirsyayê ewlekarîya karwanê ye, got.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku beşek ji karwanê gihiştiye herêma Efrînê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500