Nûçeyên Iraqê

Îraq ragihand ku wê 36 endamên DAIŞê kuştine li Sûrîyayê

Îraqê Yekşemê (22ê Nîsanê) ragihand ku hêzên wê 36 terorîstên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin, di nav de serkêşên payebilind, di êrîşine asmanî de li Sûrîyayê roja Pêncşemê, AFP ragihand.

"Êrîşên asmanî yên Îraqî, yê ku ji hêla gelek balefirên F-16 pêk hatin li Sûrîyayê roja 19ê Nîsanê, teroristine DAIŞê armanc kiribûn ku metirsî li ser Îraqê çêdikirin," emîd Yehya Resûl, berdevkê Fermandariya Hêzên Hevbeş got.

"Li gorî agahîyên me, êrîş di dema gerandina civîneke birêveberine terorîst de pêk hat, û ew gihişt armanca xwe bi kuştina 36 kesan ji wan," wî got.

Hevpeymaniya navdewletî êrîş piştrast kir, ya ku li nêzî bajarokê Hacînê li parêzgeha Dêra Zorê, dora 50 kîlometran dûrî sînorê Îraqê, qewimî bû.

Duşemê, birêveberekî payebilind ê DAIŞê hat kuştin, piştî armanckirina balafirên leşkerî yên Îraqê komeke çekdarên wê li Sûrîyayê, Medyaya Îraqî ragihand.

Birêvebirê DAIŞê yê bi navê Ebû Luqman Sûrî, û tê gotin ku ew cîgirê Ebû Bekir Bexdadî ye û ew berpirsiyarê perwerdekirina êrîşvanên xwekuj e li Sûrîyayê û şandina wan bo Îraqê.

Hêzên hevbeş ên artêşa Îraqî û Zîrevanên Sînor çar endamên DAIŞê kuştin dema wan hewl dida ku bi dizî ji aliyê Sûriyê derbasî Îraqê bibin, Fermandariya Operasyonên Enbarê îroj Duşemê ragihand.

Hêzên hevbeş bi endamên DAIŞê re li Tel Sefûkê ketin pevçûnan de dema wan hewl da ku sînor qut bikin li dehma Elbû Kemala Sûriyê, berdevkê fermandariyê, Mihemed Dulêmê ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku wesayîteke ku çek û teqemenî hildigirt di operasyonê de hat sûtandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500