Nûçeyên Iraqê

Pintagon: Almanekî ku destê wî di êrîşên 11ê Îlonê de heye li Sûrîyayê hat girtin

Welatîyekî Alman û bi resen Sûrî hatiyegunehbarkirin ku wî alîkarî kiriye di plankirina êrîşên 11ê Îlona 2001ê de li Amerîkayê li Sûrîyayê ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) ve haiye girtin, AFP îro Înê (20 Nîsanê) ragihand.

"Em dikarin teqez bikin ku Mihemed Heyder Zemar, welatîyê Alman ê bi esil Sûrî, ji berî mehekê ji alîyê hevkarên me QSD hat girtin," berdevkê Pintagonê Erik Pahon roja Pêncşemê di daxuyanîyekê de got.

Zemar hat tawanbarkirin ku wî hin revînerên Qaidê yên di êrîşên 11ê Îlonê de tecnîd kirin, ên ku êrîş li ser Waşinton û Newyorkê cîbicî kirin, û dora 3,000 kesan kuştin.

Ew li Mexribê di Kanûna Yekem a sala 2001ê de di operasyoneke sîxurên ajansa Istixbatratên Amerîkî (CIA) hat girtin û piştî du heftiyan ew bo desthilatdarîya Sûrî hat radestkirin.

Dadgeheke Sûrî Memar 12 salan di zindanê de di sala 2007an de ciza kir. Lê şer piştî çar salan dest pê kir û gelek girtîyên tund ji zindanê hatin berdan û tevlî komên tundrew ên di cengê de şer dikin bûn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500