Nûçeyên Iraqê

Pentagon: Rejîma Sûryayê hîna xwedî şîyanine"sînorkirî" ye

Rejîma Sûryayê hîna dikare êrêşîn kîmawî bike, lê tenê bi awayekî sînorkirî, Pentagon roja Pêncşemê (19ê Nîsanê) ragihand.

Rejîm hîn hinek şîyanên kîmawî yên"mayî" li nik wê hene, di gelek deverên cihêreng de li welat, Ceneral Kenes MaKenzie, birêveberê Serleşkeriya Hevbeş a Amerîkayê, got "dê bikaribe êrîşên sînorkirî di pêşerojê de pêk bîne".

"Gava ew di bikaranîna wan êrîşan de dihizirin, divê di ser milên xwe re li me binerin û nîgeran bibin, îcar em dê bikaribin careke din li wan bixin eger pêwîst kir," wî got.

Berdevka Pantegon Dana White got ku tu nîşan tune bû ku rejîmê haziriya pêkanîna êrîşeke kîmawî ya din dikir, AFP ragihand.

"Divê Esed baş bizane ku cîhanê êdî bikaranîna çekên kîmawî di çi mercan de qebûl nake," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500