Nûçeyên Iraqê

Êrîşa DAIŞê ya nişkî 25an ji hêzên rejîmê li rojhilatê Sûrîyayê dikuje

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) êrîşeke nişkî deat pê kir li nêzî bajarokekî li rojhilatê Sûrîyayê ku berî şeş mehan ji dest wê çûbû, herî kêm 25 ji hêzên rêjîmê kuştin, AFP îro Pêncşemê (19ê Nîsanê) ragihand.

Herwiha herî kêm 13 tundrû hatin kuştin di êrîşa ku DAIŞê li nêzîkî Meyadînê pêkanî bûn piştî nîvroja Çarşemê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Meyadîn dikeve rojhilatê parêzgeha Dêrazorê li ser berava rojavayî ya çemê Feratê û biyabana Badiyayê ya berfereh wê ji rojava û başûr ve tenîşt dike.

Jêderekî serbazî îro Pêncşemê red kir ku tuêrîş hatibe ser çeperên artêşa Sûrî bi dirêjahiya berava roavayî ya çemê Feratê.

Bombebarankirina demdarî li ser çeperên artêşê ji alîyê kenara rojhilatî ve hişt ku tolhildan bi çekên guncan çêbibe, jêderê got.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD), hevbendiyeke şervanên Ereb û Kurd e, konrtola piranîya xaka li rojhilatê çemê Feratê dike, cihê ku hîn çend gund li jêr kontrola DAIŞê ne.

Birêveberê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman îro Pêncşemê got ku "hewldanên DAIŞê ku ji biyabana Badiyayê ve bi pêş ve ber bi Meyadînê ve biçe berdewam in".

Wî got ew "êrîşa DAIŞê ya herî mezin bû ji çaxê ku ew ji bajarok hatibûn derxistin" ji alîyê rêjîm û hevalbendên wê ve di Cotmeha sala 2017an de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500