Nûçeyên Iraqê

Wêneyên angatş dikin ku ew ''pêkhatina'' êrîşa kîmawî li Sûrîyayê diyar dikin ji filmekî hatine wergirtin

Wêneyên angaş dikin ku karkerên Sûrî yên ewelekirinê yên xwebexş, yên bi Xûzeyên Sipî tên naskirin, diyar dike dema ew êrîşeke kîmawî li Xûtaya Rojhilatî pêk tînin, bi rastî ji komeke filman hatiine birin, li gorî Factuel, a ku blogeke sehkirina rastîyê ya AFP ye.

Xûzeyên Sipî, rêxistineke mirovî ye ji 3,000 xwebexşan pêk tê, gelek caran bû armanc ji kampanyayên reşkirinê re ji alîyê rejîma Sûrî û tyorîsstên komployê, AFP îro Çarşemê (18ê Nîsanê ragihand).

Wêneyên -- ku leystikvaên di tozê de mane, bi mêkapeke xwînîdiyar dikin -- û weke delîlekî hatin pêşkêşkirin ji alîyê alîgirên rêjîmê ve li ser êrîşa bi gaza klor û sarînê ya tê angaştin ku li bajarokê Dûmayê yê li devera li jêr kontrola opozîsyonê di 7ê Nîsanê de pêk hatiye, sexte ne.

Lê wêne ji koma filmê Sûrî yê bi navê "Mêrê Şoreşê" hatine, bi piştgirîya wezareta çandê ya Sûrî û di meha Sibatê de li ser rûpela Facebookê ya ji film re hatî destnîşankirn hatine weşandin.

Herwiha malpera Bellingcatê ya peygerînê ragihand ku wêne ji alîyê kenala Rusya 1 ya giştî ya Rûsî ve hat parvekirin, ya ku ew pêşkêş kirin weke delîlekî ku êrîşa kîmawî sexte bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500