Nûçeyên Iraqê

Tîma ewlekarîyê ya NY hate gulebarankirin li Dûmaya Sûrîyayê

Tîma ewlekarîyê ya NY Sêşemê (17ê Nîsanê) hate gulebarankirin çaxê ku ji bo peygerînê hatibû bajarokê Dûmaya Sûrîyayê, berîya belavbûna xebîrin ku di êrîşa kîmawî ya angaştkirî de peygerînê bikin, perbirsîyarekî NY got.

"Duh tîmeke ewlekarîyê ya girêdayî NY hate gulebarankirin li Dûmayê ku bi erkekî peygerînê derketibû," berpirsîyar wiha ji AFP re ragihand. "Tu kes birîndar nebû û ew vegeriyan Şamê".

Xebîrên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) li hêvîya erêkirina tîma ewlekarîyê ne berî dest bi peygerînan bikin li Dûmayê têkildarî êrîşa ku di 17ê Nîsanê de qewimîbû.

Lêkolînvan Şemîyê gihan Şamê, dema Berîtanya, Fransa û Amêrîkayê êrîş pêk anîn li dijî armancine têkildarî bernameya çekên kîmawî ya Sûrîyayê.

Berpisîyarê NY got ku tîma ewlekarîyê dê li Şamê bimîne xebîrên çekên kîmawî re, di vê demê de.

Balyozê Sûrî yê li NY Beşar Ceferî roja Sêşemê ji encûmena ewlekariyê re got ku dê xebîrên çekên kîmawîdest bi peygerînên xwe bikin dema agahîyên zelal ji tîma NY werbigirin.

"Eger tîma NY biryar da ku rewş li Dûmayê baş e wê çaxê dê şandeya peygerînê karê xwe li Dûmayê roja piştre dest pê bike", Caferî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500