Nûçeyên Iraqê

Li Îraqê jineke tundrû ya Fransî hukmê ebedî tê dadgehkirin

Îraqê Sêşemê (17ê Nîsanê) hukimê ebedî li jineke Fransî birî bi tawana têkildarîya bi "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) re, ku ew xela herî dawî ye ji zincîra hukmên dadgehî ji çaxa biserketina dewletê li ser DAIŞê, AFP ragihand.

Cemîla Bototo, 29 salî ye û bi koka xwe Cezaîrî ye, ji dadgeheke Bexdayê re got ku ew bi hevjînê xwe re ji Fransayê derketiye, ew rapvan bû.

Wê got ku wê texmîn dikir ku ew çûne bêhnvedanekê lê" gava ez giham Turkîyayê min nas kir ku hevjînê min cîhadî bû".

Wê got ku hevjînê wê ew neçar kiribû ku tevlî DAIŞê bibe û li "xîlafetê" bijî, xîlafeta ku tundrûyan di 2014an de ragihandibû.

Hevjînê wê li nêzî Mûsilê, asêgeha berê ya DAIŞê, hat kuştin û kurê wê jî di bombebarankirinê de mir, Boto got.

Du jinên Rûs, yên ku zarok hilgirtibûn milên xwe, li wan jî hukmê ebedî hat birîn, di heman kombûnê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500