Nûçeyên Iraqê

Çekdarên ser bi rejîmê xortekî Sûrî kuştin di basekê de ku ji Dûmayê dihat

Hêzên alîgirên rejîmê li Sûriyayê basên ku çekdarên opozîsyonê û sivîlên Xûtaya rojhilatî, gulebaran kirin, di encamê de xortekî 14 salî hat kuştin, AFP Yekşemê (15ê Nîsanê) ragihand.

Hinek kesên din jî birîndar bûn di êrîşakirina li ser karwana ku li ser bingeha peymana valakirinê ya bi serpereştiya Rûsyayê ji Dûmayê derketibû, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Di êrîşê de tenê yek kes jîyana xwe ji dest da û sê kesên din birîndar bûn, hemû ji heman malbatê bûn, piştî ku gihan parêzgeha Helebê ya bakurî, li gorî gotinên hinek siwaran.

Roja Şemîyê, rejîma Sûrî ragihand ku Xûtaya Rojhilatî bi temamî hat vegerandin piştî derketina dawîn çekdarên opozîsyonê ji Dûmayê.

Biserketina wan jî piştî pevçûneke hewayî û bejahî hat, ku di encamê de bêhtir ji 1700 sivîlan hatin kuştin û bi hezaran jî hatin dîtin ku ji deverên opozîsyonê derdikevin.

Ev karwan di erdên rejîma Sûryayê re derbas bûn daku bigihêjin deverên bakurî yên li jêr kontrola opozîsyonê, raport jî dibîjin ku hinek caran karwanên basan rastî kevirbaranan hatin û hatin gulebarankirin jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500