Nûçeyên Iraqê

25 kuştî di êrîşa li ser cenazeyeke şervanine li dijî DAIŞê

Herî kêm 25 kes hatin kuştin û 18 brîndar bûn di êrîşekê de bi bombeyan li ser cenazeyên şervanine Îraqî ku li ser destê tundrûyan hatine kuştin li parêzgeha Selahedînê, AFP îroj Înê (13ê Nîsanê) ragihand.

"Du bombe teqiyan dema ku cenaze derbasî goristanê bû" li Sedrayê, muxtarê gund Selahedîn Şaelan got.

Gundê Sunî dikeve başûrê Şirqatê, û yek ji dawîn asêgehên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) e li bakurê welat ku aniha hêzên Îraqî wê divegerînin.

"Bi giştî, 25 kes hatin kuştin û 18 birîndar bûne, çar ji wan jî rewşa wan pir xerab e," efserekî polîs Înê ji AFP ragihand, bi mercê ku navê wî neyê eşkerekirin.

Çavkaniyên pijîşkî amarên nû piştrast kirin.

Ew kujênertirîn êrîş e li Îraqî ji dema cotêrîşên xwekujî yên roja 16ê Kanûna Yekem li Bexdayê qewimîn, ku hingayî canê 31 kesan çinîn.

Êrîşa Pêncşemê pêk hatibû di canezeya pênc endamên yekîneyên nefermî yên Îraqî de, yên ku şeva Çarşemê li heman gundî hatibûn kuştin.

Parêzgarê Selahedînê Ehmed Cibûrî Înê du roj şînî li ser goriyên êrîşa terorîst li seranserê parêzgehê îlan kir, ofîsa medyayî ya parêzgar di daxuyaniyekê de ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500