Nûçeyên Iraqê

Nûnerê NY: Tê pêşbînîkirin ku pisporên OPCW bigihin Sûrîyayê

Du kom ji pisporên Rêxistina Qdexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) îro Pêncşemê (12ê Nîsanê) dê bigihin Sûrîyayê daku roja Înê angaştinên bikaranîna çekên kîmawî li Xûtaya Rojhilatî lêkolîn bikin, balyozê Sûrîyayê li NY Beşar Caferî got.

OPCW biryar da ku şandeyeke şopandina rastîyan bişîne bajarokê Dûmayê, yê li jêr kontrola opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî, piştî raportên diyar dikin ku bêtir ji 40 kesan mirine ji ber ew dawîya hefteyê rastî gazeke jehrîn hatin, AFP ragihand.

"Ev her du kom di cuda bigihin Sûrîyayê yek îro Pêncşemê û ya din jî sibe Înê," Caferî ji rojnamevanan re got.

"Em dê rêyê li pêşîya tîmê hêsan bikin daku bigihin her devera ew dixwazin, li Dûmayê, ji bo seh bikin eger materyalên kîmawî hatine bikaranîn an na," wî got.

Caferî berî civîneke girtî ya Encumena Ewlekarî ya li ser daxwaza Bolîvyayê, alîgireke Rûsyayê ya xurt e, axivî. cîvîn jî ji bo nîqaşkirina gefa pêkanîna kiryareke serbazî li dijî Sûrîyayê ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500