Nûçeyên Iraqê

Makron dibêje "delîl" derbarê êrîşa kîmawî ya Sûrî heye, sozê jî dide ku bersivê bide

Serokê Ferensî Emanwêl Makron îro Pêncşemê (12ê Nîsanê) got ku "delîl" ligel wî heye ku rêjîma Serokê Sûrî Beşar Esed çekên kîmawî bikar anîne û ew dê bersiva xwe "di dema guncan de" îlan bike, AFP ragihand.

"Delîl ligel me heye ku çekên kîmawî hefteya borî hatine bikaranîn, herî kêm gaza klorê, û ji alîyê rêjîma Beşar Esed ve hatine bikaranîn," Makron, di hevpeyvînekê de ligel televîzyona TF1ê ya Frensayê, got.

Makron anî ser ziman ku wî rojane peywendî bi Serokê Amerîkayê Donald Tramp re dikirin û "dê biryarên me hebin ku em dê di dema guncan de bidin, dema em bibînin ku ew in biryarên herî sûdmend û karîger in".

Serokê Ferensî, yê ku bikaranîna çekên kîmawî li Sûrîyayê kire "xîzeke sor", got ku yek ji armancên wî li Sûrîyayê "rakirina karînên rêjîmê yên pêkanîna êrîşên kîmawî ye".

Lê wî dubare kir ku herwiha ew naxwaze "şer gurtir bike".

"Bi çi awayî be, Ferensa dê nehêle şer gurtir bibe yan wê rê nede çi tiştê ku ziyanê bigihîne aramîya herêmî biqewime, lê em nikarin bihêlin rêjîmên ku bawer dikin ew dikarin her tiştî bikin û di binpêkirina qanûna navdewletî de bi awayê herî kirêt berdewam in bê ceza bimînin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500