Nûçeyên Iraqê

WHO daxwaz dike ku bigihe qurbanîyên êrîşa kîmawî ya tê angaştin li Sûrîyayê

Rêxistina Tendirustîyê ya Cihanî (WHO) îro Çarşemê (11ê Nîsanê) xwest ku "di cih de" bigihe qurbanîyên êrîşa kîmawî ya tê angaştin li Sûrîyayê, cihê ku qurbaniyan derdê berjengan kişand, yên didin xuyakirin ku ew rastî materyalên jehrîn hatine, AFP ragihand.

"Divê em hemû ji ber van raport û wêneyên bizdihîn ji Dûmayê biqeherin" devera ku êrîşa roja Şemîyê lê qewimî, Peter Selama, serokê ajansa NY ya bersivdana lezgîn got.

"WHO dixwaze ku di cih de bê astengî derbasî deverê bibe da ku guhdanê ji kesên ziyan gihaye wan re dabîn bike, da ku bandorên tendirustî binirxîne û ji bo ku bersivdana tendirustî ya gelemperî ya tevgir pêşkêş bike," wî anî ziman.

Li gorî agahîyên ku berê rêxistina tendirustîyê ya xwecihî weşandibûn, WHO got "dora 500 nexweşan ên ku şanî siwênkarên tendirustî dabûn nîşan û berjeng diyar dikin ku ew rastî materyalên kîmawî yên jehrîn hatine".

"Nîşan hebûn ku xurîneke dijwar di membrana çilmî de heye, zehmetî di henaseyê de heye û sîstemên damaran ya navîn hatine tatîlkirin," daxuyanîyê parve kir.

WHO dermaninên dikarin hin cureyên materyalên Kîmawî çareser bikin ji nexweşxaneyan re pêşkêş kirin di rêya zincîrekê ji kerwanên mirovî yên di van salên dawî de li seranserî welat belav bûne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500