Nûçeyên Iraqê

Şêwirmendê Bexdadî li nêzî Kerkûkê tê kuştin

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî Duşemê (9ê Nîsanê) "şêwirmendekî mezin" yê "Dewleta Îslamî"(DAIŞ) yê bi navê Ebû Bekir Bexdadî kuştin, li derdora parêzgeha Kerkûkê, Wezareta Hundir a Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand.

Ebû Welîd Şîşanî yê ku destê rastê ji Bexdadî re bû li devereke biyabanî li başûrê Kerkûkê, hat kuştin, Wîzaretê got.

Çar endamên din ên DAIŞê hatin kuşrtin di operasyoneke ewlekarî de ya ku armanc dikir hebûna endamên DAIŞê li Himêratê li devera Reşadê bi dawî bike, wehab Tayî, şêwirmendê Wezîrê hundir, ragihand.

"Gelek dav ji wan re hatin vegirtin û pênc terorist -- yek ji wan Welîd Şîşanî bû -- hatin kuştin di pevçûnan de," wî got, da zanîn jî ku sê bombeyên bidestçêkirî hatin bêbandorkirin.

Dihat gotin Şîşanî êrîş li dijî hêzên ewlekarîyê û sivîlan li herêmê plan dikirin. Ew berpirsyarê şanên razayî bû, yên ku êrîşên teroristî li bajarê Kerkûkê pilan dikirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500