Du endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên xwe veşartibûn hatin girtin dema wan hewl dida ku ji Remadîyê birevin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî roja Yekşemê (8ê Nîsanê) ragihand.
Endamên îstixbaratên serbazî yên Firqeya Dehemîn du terorîstên xwe veşartibûn girtin, ên hewl dan ku ji Remadîyê birevin Felûcayê," wezaretê di daxuyanîyekê de eşkere kir.
"Kesên girtî li ser bingeha agahîyên îstixbaratî yên hûrik hatin girtin di kemîneke ku bi baldarî plankirî li xala pêşkinînê ya Pira Felestînê li Jerîşê, li ser şahrêya li Enbarê," wî anî ziman.
Ew li gorî madeya 4 ji qanûna dijî terorîzmê tên xwestin ji ber destên wan di operasyonan de bi DAIŞê re heye, wî got.