Nûçeyên Iraqê

Êrîşên pêşîn li ser Xotaya Sûrîyayê piştî giftûgo bê encam bi dawî bûn

Êrîşên asmanî yên kujêner, ev di hefteyekê de, bo cara yekem li bajarokê opozîsyonê yê dawî li Xûtaya Rojhilatî ya Sûrîyayê îro Înê (6ê Nîsanê) dan, piştî giftûgo derbarê vekişîna opozîsyonê bê encam bi dawî bûn, AFP ragihand.

Bi piştgirîya Rûsyayê, hêzên Sûrî dest danîn ser hemû asêgehên Xûtayê yên ku carekê li jêr kontrola opozîsyonê bûn -- ji bilî Dûmayê ya ku li jêr kontrola Cey el-Îslam me.

Diyar e ku Cey Îslam bi lihevkirineke derxistinê qayil bû, weke çawa komin di li deverin din kir û dora 4000 çekdar û xizmên wan roja Duşemê ji bajarok derketin.

Lê bas li xala pêşkinînê ya Wafidînê rawestiyan, hat ragihandin ku kom parşekirî ma û rêne di ji bilî derketinê hîn li ser mase tên giftûgokirin.

"Bîst û çar êrîên asmanî li ser deverên niştecihî li Dûmayê hatin kirin," birêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdil Rehman îro Înê got.

Wî got ku herî kêm 32 sivîl hatin kuştin û 50 birîndar bûn.

"Gelek birîndar hene di nav wan de jin û zarok, di nav wan de rewşin xeternak," endamekî rêxistina berevanîya sivîl ya Xûzeyên Sipî ji AFP re got.

Êrîşên asmanî yên Sûrî îro Înê li bajarok dan weke bersiv li ser bombebarankirina bi hawinê ji Dûmeyê ya ku heft kes nêzîkî paytextê birîndar kirin, medyaya dewleta Sûrî got.

Xwezaya giftûgoyên berdewam derbarê Dûmayê ne diyar in û Cey el-Îslam helwesta xwe derbarê derxistinê îlan nekiriye ji dema derxistina yekem ya vê hefteyê.

Ceyş el-Îslam tevgerê dike ji bo lihevkirineke bo lihevhatinê ya ku dê destûrê bide ku ew li weke hêzeke polîsê li Dûmayê bimîne.

Lê diyar ku kêm zexta rêxistin heye ku li hember rêjîmê derkeve û vê êrîşa dawî metirsî bilind kir ku dawîyeke tund ji dorpêçkirina pênc salan li Xûtaya Rojhilatî domand encam bide.

"Ev êrîşên asmanî rêyê li ber operesyoneke bejî vedike. Bi rast hêz li wê derê berhevkirinê dikin û zexteke mezin li ser Ceyş Îlam heye," Newar Oliver, analîzereke li Enstîtûya Umranê got.

"Giftûgo bi bin ketin û rêjîm şert û mercên wî hene -- êrîşên asmanî diyar dikin bê çi gengaz e bibe eger şert û mercên wî pêk neyên," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500