Nûçeyên Iraqê

Darizandineke Fransî li "bajarokê jihadê" têkildarî tejnîdkirina bo Sûrîyayê

Pênc mêr ji bajarokekî Fransî yê piçûk, yên ku dora 20 çekdarên tundrew peyda kirin bo şerê li Sûrîyayê, yên piranîya wan qet venegeriyan, roja Pêncşemê (5ê Nîsanê) ji ber sûcê planbazîya terorî hatin darizandin, AFP ragihand.

Lunel, bajarokekî ji 26,000 niştecîyan pêk tê, yê ku dervey bajarê Montpellierê yê beravî li ser deryaya navîn bal kişand dema komek ji hevalan ji welat derketin û ber bi Sûrîyayê ve çûn di salên 2013 û 2014an de.

Tê texmînkirin ku herî kêm heşt ji komê hatine kuştin û heftin din li wir winda bûne.

Hejmara mezin ji kesên hatin tecnîdkirin li bajarok li devera Kamarguesê, ew bi piranîya xwe devereke gundewarî ye û rêjeya betalîyê lê bilind e ji xwe yekî xwe di axaftineke telefonê de di sala 2014an de bi vê yekê şanaz dikir ku "bajarokê Lunelê yê Fransî yê ku herî gelek xelk jê tevlî refên 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) bûne".

Piranîya tundrewan, hin ji wan bûne misilman, di zarokîtîya xwe de heval bûn û diçûne heman mizgeftan, li vîdyoyên propegandayê temaşe dikirin û bêrgî hev dibûn li heman xwaringeha xwarina zû.

Dema ew gihane Sûrîyayê, ew tevlî rêxistineke girêdayê ya Enîya Nusrayê ya berê bûn berî tevlî DAIŞê bibin dema wê dest danî ser beşinan ji Sûrîyayê di sala 2014an de.

Tenê pênc endamên gumanbar ji komê li Fransayê mane, ew têne darizandin ji ber destên wan di planbazîyeke terorîst de heye.

Doz hat gîrokirin heta 11ê Nîsanê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500